1. biwêjk e li cizîrê tê bikaranîn, ji bo rewşên dema yek ji bo tişteke ne bi hemdê wî xwe li wê tiştê nake xweyî, xwe dinitirîne, xwe li kerrî û laliyê datîne tê bikaranîn. em bêjin tu ji yekî re behsa tengavî an pirsgirêkeka xwe dikî û ne rasterê lê bi berreavêtin jê alîkariyê dixwazî lê ew kes wekê ku ev daxwaza te ya veşartî fêm nekiriye tev digere hingî mirov dibêje; min ji filankesî re got lê xwe bi ser ve nebir. bi tirkî; oralı olmamak. |
|
13.05.2022 12:33 |
endazer
|
2. di heman wateyê da biwêja ne min ê ne te yê jî tê bikaranîn. |
|
14.05.2022 01:42 ~01:44 |
bûtîmar
|
3. ji dêlava wê em dibêjin filankeso/ê deng ji xwe nabire |
|
14.05.2022 19:27 |
pîroz
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |